QAZ KIBAB
QAZ KIBAB
Nivîskar:muhemed alî cemalzadê
Wergêr:zekerîya husênî
BEŞA 1
Şeva eyda nevrozê û dem dema bilindkirina pileya şoxl bû Li dayirê me bi hevkarên xwe re visa hev kiribû kû her kesê kû pêşî hat terfî kirin. Wek velîme şahîyekî li dar bixwe kibabek qaza bi rêk û pêk bide û heval noşî can bikin û ji bû can û rûmeta wî dia bikin .
Şans lê xist û terfî bi navê min derket yeksere min pirsgirêka mêhvan darîyê û hev kirina bi hevalan re bi pîreka xwe yên kû nû em zevicî bûn re min par vekir. Got te şêranîya dawetê jî nedaye hevalên xwe û dive îcar wê carê êdî baş rêza van bigrî. Lê tişta ku heye ew e me Temsîk û kir û çetel ji bû zêdetir li donzdeh kesan ra tine yan divê dîsan destek din bikirîn an jî gerek hejmara mêvanan li yanzdeh kesî derbas nebe kû bi te we bibe donzdeh.
Min got ê tu bixwe çêtir dizanî ku di vê şeva eydê de rewşa abûrîya me bi çi avayî ye . û bûdce rê nade ku diştên nû bikirîn û hejmara hevalan ji li bîst û çaran kêmtir nabe .
Got ma mirov dikare garanik nêre kerên istû qalind soz bide tenik ewên kû rêjeya van bilinde soz bigre û hew yên mayî jî nexden xetekî dayne ser û bihêl somaqê bimêjin.
Min got; hey lo xwedê ra xaş nayê . ew belengazan salê carekê pîyek visan wan ra dikeve û ew demeke dirêje ku zikê xwe sabûn dikin kibaba qazê bixwin û ji bu wê çaxê jî dem dijmêrin. Heka ku em xwe bin bavêjin lê muheqeq cavên min derxînin bi rast em xwe bi xwe ne jî ,mafê wan jî heye . çawaye em li mala heval û hogirekî destek din firax û pêlavan deyn bikin han .
Bi hêrs bersivand , wê xeyalê li serê xwe de bavêj ku ne mimkûn e ku di mêvandarîya yekem piştî zewacê bihêlim li hêla hinekan tiştê deyn bikeve vê malê , ma ti nizanî bê meymenetê û zaroka yekem dimre ?
Min got wê çaxê tû çara me nemaye ji bilî wê ku du caran em şahîyê çêbikin , rojek komek bila ware û bixwe û roja din jî koma din, xanimê ev rêkeftina pejirand û birîyar hat dayîn ku koma yekem dê roja duyemîn a newrozê û koma duyemîn jî di roja sêyemîn de werin .
Niha roja duyemîna eydê ye û pêşwazîya mêvandarîyê bi her awayî hatiye amadekirin . ji xeynî qaza ku min soz dabûn, girara cehê bi kalîte û kibaba goştê berxan û du celeb pilav û çend cure xurek , bi hemu mixelefatê wî we ser rast bibû. ,di nav nivînek germ , nerm û teze kû mincimle yek ji tekberin cihêzê xanimê ye min pala xwe dabû û bi kêf mijûlî bi xwendina cîrokên yekta yên sadiq hîdayet bûm , ser kêf bibûm ku hevjîna min ket hundur û got zilamek bodek bi nawê mistefa hatî û dibê ew pismamê te yê heqe û ji bo pîroz kirina eydê hatî.
Mistefa kûrê bismamê qîzxala xaltîka dîya min dibû. Camêrek temen bîst û pinc an bîst şeş salî . Remtele û der bi der û şepûl û debengî û heta bijî mirovek nerind û nemîzan bû , her dema ku dixwast tiştekî bêje , reng wedida û reng hildida û wekî ku komek dirafê tûnc di qirika wî de asê mabe devê wî vekirî dima û xire cir dikir .
Xwedê re sed carî şukir kû salê carek î zêdetir me bi dîtina bejn û bala xwe kêfxwaş nedikir.
Min ji xanimê re got ; tu bi xwedê jêre bêje filan kes hê li xew ranebûye, û bela wê dêwê bê şax û dil li serê me wek û bihêle bila here ber destê bavê xwe yê rehmetî .
Wî got ew yeka min elaqedar nake ! malên xerab ber peleguha xwedanê xwe ye . maşallah heft qûrana di navberê de ew pismamê te yê destîyê dîzkêye . her gîla ku heye li serê xwe bixwe . min di esas ê de destnîşan kir ku tu têkelîya minê bi xizmên diderî ya we çênabe, ew jî bi landehourk bengî nola wî.
Min dît tû çare tûne û xwedê ra jî xwaş nayê ew belengaza xwedê belkî li rîyek dûr û dirêj bi zikê birçî û lingên tazî bi hêviya çend rîyalên eydê hatî , dest wala wegerînim , min ji xwe re got , heka tu di rojeke wiha bextewer de seleya erham nekî îcar tu yê kînga bikî?
Wêrê min gazî wî kir , serê xwe çemand û kete hûndir . min dît hezar maşallah xwedê li nezeran dûr bike ezbenî vatirqeyde. Bejna wî dirêjtir û ser û rûyê wî xerabtir bûye . stûyê wî mîna stûyê wê qaza dayîk mirî kû di heman demê de di dîzikê de dihate pijandin serî li berstûka gemar de derxisti bû tevî kû li ser lêçûna xwe rîh lê xwe kur kiribû , lê pirça zer û sor û qehweyî bi qasê tilîyekî li ber stuvanga kirês we derketî û mîna kurmên kû ketibe cawmarkê genî li dorhêla sitû û qirika wî de diliwîyan. Li şirove kirina kincên wê jî ya baş çêtire kû ez derbas bibim , lê hema ew qas dizanim kû ser çokên pantolonê wî li ber zêde şuştinê bi qasê bistekî hatibû xwarin ewqasî ba bi bû ku min bi rastî jî xeyal dikir ku du serên zebeşê ji cîhekî dizîye û li wir de veşartî.
Ez mijûlî temaşe û bellîkirina wê mexlûqa nadir û tişta xerîb bûm ku pîreka min bi kelecan ket hundir û got xwelî serê min be mêro , hek a em wê qazê ji bû mêvanên îro bînin , îcar ji bo mêvanên sibê tu ê kuderê qazê bînî ? te qazek tenê anîye û te soza kebaba qazê jî daye hevalê xwe hemûyan !
min dît rast dibêje û min îhmal kiriye . min got ma nabe nîva qazê îro û nîva din jî sibê were ser masê ? got qey tu dixwazî xwe rezîl bikî ? qet nehatîye dîtin ku nîva qazê daynin ser sifreyê. Hemî xwaşikîya kebaba qazê jî ew e ku dest lê nedayî û ser girtî were ser masê .
Bi rastî gotineke heweskar bû û tu cihê gumanê jî nehêla di cîh de ez têgehiştim kû rewş aloze û piştî demek fikir û ramanê , min çareseriya bêhempa li wir de dît kû çi dibe bila bibe gereke em qazek din jî peyda bikin. Min ji xwe re got ku ev mistefa , tevî kû bê aqil û nezan be jî ji bû wî dîtina qazekî li bajareke mezin wek Tehranê , vedîtina Amerîka û şikandina stûyê Rustem ma nîne , bê guman ew hinda êdî li dest wî tê .
Min xîtabî wî kir û got: mistefa can , divê te fihm kiribe ku çi diqewime , ez bi qûrbana te , ez dixwazim ku tu xwe dîyar bikî ka bê lûtkeya şiyana te çiqase û li binê keviranda bejî divê îro qazeke baş û teze bi her avayî dibe bila bibe ji me re bibînî
Mistefa bi adetê xwe yê tê zanîn di destpêkê de hinekî sor û reş bû û di axirkê de dengê wî perçe perçe mîna dengên nargîla ku ava wî kêm û zêde bê kirin li hefika buxaza wî hat û derket holê ku welê dibêjin di wê roja eydê de, divê li qazê dest bê şûştin û dev ji vê ramanê were berdan , çimkî di tevahiya bajêr de dikanek vekirî tûne.
Min bê hêvîtî persivand , lê tu dibê kîjan xwelîyê bi serê xwe de ro kim? Bi eynî dengê û heman etwarê, ava dewê xwe daqurtand û got: bi xwdê êdî ez çi bibêjim!
Hûn dizanin ,lê baş bibûya ku we mêvandarî bi paş de bavîta . min gotê xwedê hinek aqil bide te , seatek êtir mêvanê bigîjin , ezê cawa wan bizivirînim , got xwe bi nixwaşî ê bixwe û bêjin ku dixtorê qedexe kirî û li nav nivînan da jî dernekev. Min got min vê sibehê telefonî hinekan ji wan kirî , ezê çawa bêjim kû ez nesaxim? Got bêjin me qaz kirî bu kûcikê birî. Min gotê tu hevalên min naznakî, zara pêçikê ma nînin ku ez bêjim "memik kûco birî" û ewan jî mînanî zarê mirovan bipejirînin , ewê bêjin ma canê teyê derketa te dixwest qazik din bistanda û bi teqez jî vê israr bikin ku kûcikê bînim da ku ewan hesaba wî bidin .
Got temînîya wî bide kesekî hema bila bêje malxê malê ne male û çûye zîyaretê.
Min dît ku gelekî qalo balo diaxwe , min xwest çeqê wî biçînim û dêla wî jî bidim piştê û bêjmê de her e xwedê oxira te cîheke din bide. Min gotê mustefa tu dizanî çiye? Min eydîya te amade kirî .
Tu yê vê panqanotê hildî û bi lez herî , ji ber kû ez dixwezim di zûtirîn demê de bedela min û xanimê jinapa min a delal silav bikî û jê re bêjî îşallah ew sala teze ji we pîroz û hezar salê wek wê jî bi dû xwe we bihêlî. Lê diyar bû ku fikr û ramanên mistefaya delal li ciheke din de bû . bêyî ku qet goh dabe gotinê min , li pey şopa ramanên xwe çû û got: ger mimkûn be , bi awayekî wan bilêbînin ku mêvan îro destê xwe nedin qazê , dibe hema wê qazê sibê car din ji nû we germ bikin û bînin ser masê .
Ew gotina di dema pêşnîyar kirênê de gelekî bêbingeh û bêwate xûya dikir , hêdî hêdî dema ku min ew rast di kuncik û dexmên hişê xwe de hûr kir , derket holê ku ewqas jî ne beraqile û divê neyê paşguh kirin. Her ku ez li wê yekê de baldar dibûm min cûreyek hêvî di xwe de his dikir û sitêrkek qels di tarîstana reş û tarîya navmin de cûrisî.
Hêdî hêdî ez beşaş bûm û bi ken û kêfa xwaş ber bi mistefa zivirîm û min jê re got awilîn care kû ez li te peyvek gihîştî dibhîsim û bi ya min ew girêk tenê dê bi destê te were vekirin . divê tu bi xwe hunera xwe nîşan bidî û nehêlî yek ji mêvanan hewl bide dest bi vê qazê bide.
Mistefa jî hebekî ser xwe de hat û tevî ku hîn bi rêkûpêk wî re nehati bû darandin ku mebesta min çîye û hefsara wî dixwazim bi kîjan alî ve bikşînim , bandora bextewerîyê di ruyê wî de dihate xuyan . min ser pesin û zargotinan zêde kir û got çiman hûn nayên rûnên? Wer nêzîk . û ser wê kursîya qedîfe li kêleka min rûnê . bêj kanê rewşa te çawa ye? Tu bi çi karê we mijûlî ? ma tu dixwazî ez ji te re kar û jineke guncav bibînim? Çima tu gezan naxwî ? ji wê baqlevayê nûşîcan ke ku suqata yezdê ye….
Mistefa bejna xwe ya dirêj û xilu xwar ser kûrsîya qedîfe de cîh kir û xwest bi dev tijî û cûyînê li wê îfadeya hezkirin û dil dayîna neçaverêkirî ku qet nedîtî û ne jî bihîstî spas bike , lê min mulet neda wî û min got : xwedê min bibore ew gotina îca cîye ? tu birayê min ê biçûk î . îca îro jî qet nahêlêm ku tu lê wêr herî, divê tu mêvanê minê delal bî . ew serê salek bû ku tu nehati bûy wan deran. Û te bi yek carî me ji bîr kiri bû ne mîna ku di wî bajarê da te pismamek jî heye.
Dîyare tu li mirina me bêzarî . înşallah divê tu îro bi me re firavînê bixwî . îcar hema niha ezê teminîya wê bi xanimê re bikim ku destek cil û bergên min ê herî şêwaz jî bide û tu ber xwe bikî piştî ku nu newar bûyî jî kerek e ser masa pehlewîya min rûnê
Tişta ku heye ewe ku tu bi zanibî piştî amadekirina girar û goştê berxê û birinc , xurek ê dema qaz hanîn ser masê , tu ê bibijî hey lo ez heyran êdî cihê vala zikê me de nema me ew qas xwarî ku kêm maye em biteqên .belkî ka ne ya me bê , lê kahdîn ya me ye . birastî jî pir heyf e ku em vê qazê jî îsraf bikin. Ez li ser nave xwe û van birêzan bi dilgermî ricayê ji we dikim ku hûn vê tepsiyê vegerînin hundur , û heke hûn pir îsrar dikin ,dibe ku dîsan em vê heyamên biharê de , bibin mêvan ê we û ber deynê zikê xwe derkevin . lê xwedê dizane heka hûn îro ji vê zêdetir bi me bidin xwarin ême yek ser li wir nexweş bikevin û bibin bela serê we. Yan na qesta we kûştina me ye îcar ew jî pirsek dine.
Îcar wê demê ez çiqas israr bikim û pesnê we bidim , hûn ê ewqasî red bikin û bi rêbazekê mêvanên din jî bi xwe re bikin yek .
Mistefayê ku bi devê xwe vekirî û stûyê xwe yê dirêj li min guhdarî dikir , bi awir kenî , yanê keşk , piştî ku demek ê cîhaza dengên xwe kêl kir got baş ez têgehîştim . xema te tunebe ku ez ê bikaribim bi cîh bînêm . min çend caran dersa wî dubare kir heta ku ezber kir . piştî ku piştrast bûm ku baş fêr bûye min ew şand odeyek din ku cil û bergên xwe biguherîne û xwe bi xemilîne û ez jî dîsan vegeriyam ser rêza xandina pirtûka cîroka "sîya geş".
Piştî dû demjimêran mêvanê me bê derengî . bi giştî û temamî li dur hêla masê runştî û bi hemû hêza xwe hewl didan ku ji dil û can bixwin kû ji nişka ve mistefa bi cil û bergên teze , gore û foqila hevrişmî û pêlavên biriqandî û bi naz û pozbilindî mîna tawûsekî serxweş ket hundir . rûyê xwe teraş kirî sor kulîrkî û kor û ceilê rûyê wî jî bi toz û kirêmê tijî û biskê xwe şe kirî , pirça goh û poz û stûyê xwe jî rakiri bu . her heftan bi cîh anî bû û bêhnxaş û bironî ،eynî te di got qey yek li lîstikvanê sînemayê ye ku li perdê derketî û komcivîna me bi rûmeta xwe berçav û xemilandi be . ez pir heyirî mam ku wî bi wê bejna xwe ya dirêj çê fend bi kar hanîye ku cilên min welê li bejna wî tê Mina ku ji mêj ve ew cil ji bejna wî ya bedew re hatibe dirûtin .
cenabê mistefa beg bi hişmendîya bê kimasî û dil revîn , pesnên adetî li dar xist û bi hurmet û aramî bi qasî ku pêkan e bû,li şûna min li ser masê rûnişt. Min ew wek yek li xortên hêja û birûmet ê serbajarê bi hevalên xwe re da nasîn lewre dema min dît ku ew di karên ku wî re hatinê destnîşan kirin berpirsiyar e , serî de ez kêfxwaş bûm û di babeta wê pirsgirêka ku min soz da bû jî xeyala min bi temamî rihet dibû.
Ji bo îfadekirina qayil bûna xwe , min qedehek şeraba kirazê bi destê xwe tijî kir û pesnê wî da û min got : mistefa can li wê şeraba îsfehanê qedehekî noşî can bikin .
Lêvê xwe bişkuvand û got :her çend edeta min bi konyaka fransî ya stêrk nîşan heye lê niha kû hûn îsrar dikin xebera we ez erdê naxim ,wî ew got û bi yek tevgera movkê destê xwe qedeha şerabê bi carekî serkişand û dîsan qedeha xwe ber bi min ve dirêj kir û got :tama wê xerab nebû. Tahma votkaya taybet ya lîngradê dide ku berî çend rojan şarj dafêra rûs çend şûşe mire şandibû . cihê hevala vala ye. Lê ew şeraba îsfehanê jî kêmasî li wan tûneye . dema îranî cisaret dît beyanîa dixwe bêrîka xwe . ji kerema xwe re qedehek din jî dagire kû ez bibînim.
Ez çi serê we bi êşînêm ? demek nekişand kû du ji sê a şûşa şerabê biserde jî gelek vexwarinên din herikî di xumreya zikê wê zilamê birumet û hêja . ne hêjayê gotinê ye lê wî di xwarin vexwarinê de jî qasê serê derzîyê îhmalkirin rewa nedidît . Xêncî van hemûyan ,
ji ber bandora şerab û kebabê wisan guherî bû ku nebawer bû , niha êdî ziman jî vekirî û di zargotin , axaftin û hinek û pêkenoka de zimanê xelkê qutkirî û xwe bi xwe bûye tenik berdevka komcivîna bê şert û merc. Mifteya çaresera alkolê , mifteya kupa zimanê wî jî wekiribû û zimanê wî mîna zulfîqara ji qalê derketî heyv dibirî. Ev mirovê nankor ku ji îmamzada davûd û hezretê ebdul ezîm pîyê xwe nehavîti bû derkî di bara serhata xwe ya şîkago û mençêstir û emerîkayê hinik tişt digotin ku kêm mabû ez jî Lanet li înkarkerê wî bikim. Hemî bibûn guh ew jî ziman . ya ecêb di vê de ye ku daqirtandina palozê li pêhev qet pêşîya dengê wî nedigirt mina ku tonzîla wî du lûle hebin , yek ji bu daqurtandina qotan,. û ya din jî ji bo der anîna peyvên derewîn. Bi helkefta axiftina di bara cejna sêzdê de dest bi xandina helbestekî kir ku bi gotina wî hema doh ê çêkiribû , qêrîn û fîxan , barîkelah û eferim bilindî ezmanan bû du birêzên ku gelekî îdîaya zanînê di war ê zanistê de dikirin, beşek li ayeta wî du , sê caran dubare kirin .yek ji binêrevanan ku îdiaya helbest û wêjeyê dikir ew qas lê xaş hatibû ku pêş te çû û eniya helbestvan maç kir û got : "seata te xaş bi rastî jî tu mamoste yî" û bernava wî pirsî
mistefa bi resma şermizar kirinê , qirêmê xwe kir û got ez bernavê yek li zêdegaviyê û min cûmle lê wan urf û edetan dizanim ku gere bên terikandin.lê li ser îsrara rehmetî edîb pîşawerî ku gelek min diheband û di dawîya emrê xwe de pir edetê min kiribû û tas û cêra me bibû yek , peyva mamoste jî min li gor pêşniyara wî hilbijart . lê ez pê xwaş nabim ku zêde bikar bînim .
Hemî beştaran bi yekdengî pejirandin ku bernav têr guncav e û bi rastî ew hezret wê heq dike û hêjayî wî ye .
Di vê navberê de dengê telefonê ji her dera xanî deng da . mamosteyê birêz ber bi xulamê xwe kir û gotin: dosto îhtîmalê didim ku ew wezîrê navxwe î be lê min vexwîne .
Jê re bêje filan kes nika ser sifrê ye paşê ew ê bixwe lê we bigere . lê derket kû bi şaşî geryabûn.
Heke belkî çavên min li çavên wê ketibana minê bi heman zimanê bê zimanîya awiran heqê wî bida dest wî , lê mina kû fêhm kiribe çavê wî mîna mirîşka serjêkirî berdewam ser masê li wê plakê ber bi plaqa din diçû û gerdûn jî ne xema wî bû.
Niha girara cehê û goştên berxê û pilav û mirişk û wexwarin ê din hatine pêşkêş kirin , û pêşgotina konsera arouqê dest pê kiriye , û demek baş e ku kebaba qazê bînin .