Kurteçîroka Pawlos
Kurteçîroka Pawlos
Nivîskar: Franz Kafka
Wergêr: Zekerîya Husênî
Ez pirek işk û sar , bi ber û fireh ser newalekî bûm. Min Li wî alî lingên xwe û li aliyên din jî destê xwe erdê de cik kiribû. Min pencên xwe di herîya cir de kir kû ser pîyan bimînim. Kirasê min li herdû alî bi destê bayê we dihate hejandin. Di kûrahîya newalê de awa sara çemê qizilala bi guj derbas dibû. Tû rêwîyan di wan bilindahîya bê derbasî de rê wenda nedikirên. Hê pireke wiha di nexşeyê de nehatibû tomar kirin. Ji ber vê yekê. Bi giştî ser peranê ez li bendê bûm . Ji ber neçarî divîyam kû bisekinim.tû pire bêyî kû hilweşe nikare dawî li hebûna xwe bîn .
Carekî berê êwarê. Êwara ewil bû an ya hezarê nizanim , ramanê min timî tewlî hew û çemberîn digerîyan. Dewdora êwarek hawînê de çem li her demê tarîtir diherikî. Ji nişkeve min dengê lingên zilamekî bihîst! Ber bi min ve . Ber bi min ve. Ey pawlos , Bejna xwe baş dirêj û pişta xwe rast bike. Ey textika bêparastin.ew kesa kû sipartine destê de biparêz. Bêyî kû haya wî jê hebe . Qelsî û dudilîyê lê gavên wî derxîn. Û heke hevsengîya xwe wînda kir . Gav bi pêşda bavêj û mina xwedayê çîyan wî bavêje peravê.
Mêrik hat.serê hesinîya kopalê xwe di laşê min de cîk kir û dû re cilê min ê jorîn berhev kir û avêt ser min . Serê kopalê di naw pirça min a stûr de dacikand. Û di wê rewşê de di be ku li wî alî û li wê alî jî çav gerandibe. Wî ew jî bo demekê di nav porê min de girt. Lê paşê _ di xeyalê xwe min didît kû li çîya û gelîya derbas bû lê ji nişkê ve bi her dû lingan bazda ser laşê min . Ez bi êşeke xedar bi panik hatim ser hişê xwe. Bê hay ji her derê . Ev kî bû ? Zarokek ? Xewnek ? Rê birek? kesê kû difikirî ku xwe bikuje? Ceribandinek ? Wêrankerek? Paşê ez zivirîm kû wî bibînim "pawlos serê xwe wedigerîne" .
Lê hê min baş serê xwe nezwirandi bû kû hilweşîm min dest pê kir û ez hilweşîyam. Bi carekî ez ji hev qetîyam û kevirên tûj kû timî aram û bê zirar di niw ava kû diherikî de li min dinêrîn laşê min perçe perçe kirin.