Cîroka flash fiction
Cîroka flash fiction
Dema weşanê: Befranbar 16, 2022, 12:14 Dîtin: 476

Cîroka flash

Nivîskar:Italo Calvino

Wergêr: zekeriya husênî

 

Ew bûyera rojekî, li ser xaçerêyekî da qewimî, rast di nav girseyê da. Mirovan hat û çûn dikirên.

Ez rawestam, min cavên xwe girt û wekir , nişkave min seh kir kû min tu his tûne. Neti , Çi tiştek hisî ji bû ti tiştî, Min tû sedem nedidît ji bu tiştan û mirovan, ji min re gelekî bê tine û balûle bû, û ez bê hemd kenîyam.

Li gor min ew pir xerîb bû kû berê wê min qet bala xwe neda bû van tiştan, heta wê redeyê kû min hemû tişt bawer û pejirandi bû jî . lampeyên tirafîkê , tirimpil , afîş , Cilên cilwaz , bîranînên dîrokî , hemû tişt bi gîştî li hemî celebeyên hisên dûnyayî hatibû veqetandin . û min ewan wek hin li hewcedarîyan pejirandi bû , kû beşik li zincîreya sedem û encamê bû kû hemî tişt bi hev re girêdida.

Dûre nişkave , kenê min hate rûxandin . Ez ji ber şermê sor bûm. Min destên xwe dihejand belkî bala mirovan bikişînêm ser xwe .

Ez qêrîyam :  ka demekî bisekinên! şaşiyek heye . Her tişt xelete! Waye em tiştên herî bikenok dikin! ev rê nikare kû rast be ! heya kêderê dixwaze kû wekişe û pêşte here ?

Mirov li dora min kom bûn û bi meraq li min dinêrîn . Ez li wir di niv wan da rawesta bûm û min destên xwe dihejandin . Di bêhêvîtîyê de min dixwast sedemekî bînim , kû wan jî bi tîrêjên hişmendîya kû min nişkave ronî kiribûn . parve bikim  Lê min tiştek negot . Min diştek negot ji ber kû dema min destê xwe bilind kir û devê xwe vekir. mina kû ew eyan , dîsan hate daqurtandin û ew gotina jî , ji fêm bikin nekin bê îrade ji dewê min derketibû.

Mirovan gotin: ( Baş e? Mebesta te çîye. Her tişt bi cîh deye . Her tişt wekî kû divê wûsa ye . her tişt encama tiştên dine. Hemî dişt bi tiştên din re têkildare. em ti diştek xelet û vala nabînin).

Tik çûyî ez li wir ravestabûm , ji ber kû niha dibînim dîsan her tişt wegeryaye ser cîhê xwe û her tişt pir normal xûya dike. lampeyên tirafîkê , Bîranînên dîrokî , cilên cilvaz , Birc , Xetên tramvayê , Parsekan , Rêzê mirovî , Bi vê avaîyê ew birskirêk , edî teselî nedida min , lê belê ez diêşîyam .

Min got : ((biborên! dibe kû ez şaş bûme . Wê demê visan dihate xuyan ! Lê niha hemî tişt başe ! Pir xemgînim ! ))

Dûre ez bi lez û bez , ji nav wan û li ber avirên bi hêrs û heyirî a wan derketim.

Hêlajî , Heta niha , Û pir caran kû ez hest dikim, Tiştekî fêhm nakim , bi avayekî xwezayî , hêvîyek min de ava Dibe : Dibêm belkî dîsan (dema min) wegere . Bê gûman tam ew demaye kû divê dîsan ez ti tiştekî seh nakim. Tê texmîn kirin kû ezê têgehîştin û nêrînek cûda bi dest xwe ve bînêm. Dîtin û wenda kirin , Hema di kêlîyekê da .