Cîroka çelîkkopalê
Cîroka çelîkkopalê
Nivîskar:Italo Calvino
Wergêr: zekerîya husênî
Bajarek bû kû li wir her tişt qedexe bû û tenik dişta kû li wir ne qedexe bû lîstika çelîkkopalê bû. Xelkên bajêr her roj li çolên devdora bajêr dicivîyan û dema xwe bi lîstika çelîkkopalê derbas digirin.
Ji ber kû qaîdeyên qedexe kirinê ne bi yekcarî lê gav bi gav û her tim jî bi hincetên têr hatibûn hûnandin tû kesî tû sedemek ji bû gilî û awartê nedidît û niştecîyan ti pirsgirêka wan bi pêkanîna wan rêbazan re tune bû !
Sal bihûrîn . Rojekî giregirên bajêr dîtin kû ne hewce ye kû her tişt qedexe be.
Carçîyan ji bû gîhandina wê nûçeyê bi xelkêre , çûn navenda kombûna niştecîyên bajêr û bi dengekî berz ji gel re gotên :ey gelî niştecîyên bajêr. Bizanin û hayedar bin kû li niha û şûnde tû tiştek ne qedexeye.
gel kû li dora carçîyan kom bibûn. Piştî bihîstina daxûyanîyê belav bûn û dîsan bi lîstika çelîkkopalê we mijul bûn.
Carçîyan dîsan ji wan re dan dîyar kirin : we fêm kir hûn êdî rizgarin çi tişta kû dilê we dixwaze bikin.
Welatîyan bersiv dan:
Ê Başe. Em waye çelîkkopalê dilîzin.
Carçîyan gelik tiştên balkêş û bikêrhatin têper bi bîra wan hanî kû berê dikirin û niha ew diştana dikarin dîsa jî bikin. Mixabin xelkê gûh nedan û hin bi lîstika çelîkkopalê domandin . Bê rawestan!
Carçîyan kû dîtin hol danên wan bê encame çûn û mîr bi wê yekê agahdar kirin.
Mîr got : xem nake! Em ê çelîkkopalê qedexe bikin!
Bi qedexe kirina çelîkkopalêre bû , kû gel serî hildan û mîrên bajêr kuştin û bê metelî dîsan vegerîyan û dest bi lîstika çelîkkopalê kirin .